Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lindsey Graham: Nancy Pelosi Piştgirîyê Dide Toleyên Dijî Tirkîyê


Senator Lindsey Graham
Senator Lindsey Graham

Senatorê Komarî Lindsey Graham dîyar kir ku Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi piştgirîyê dide toleyên dijî Tirkîyê.

Graham ji Twitterê da zanîn ku ew bi Pelosi re ser êrîşa Tirkîyê ya dijî Sûrîyê û gavên Kongresê yên li hember wî welatî axifîye.

"Serok jî dijî êrîşên Tirkîyê yên li Sûrîyê ye, piştgirîyê dide toleyên her du partî piştgirîya wan dikin." Graham nivîsî.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku Pelosi jî dibêje divê ew piştgirîya xwe ya bo Kurdan nîşan bidin.

Senatorê Komarî da zanîn ku Pelosi ser gumana jinûve geşbûna Dewleta Îslamî (DAIŞ) ketiye fikaran.

XS
SM
MD
LG