Senatorê Komarî Lindsey Graham dîyar kir ku ewê bernivîsa toleyan ya dijî Tirkîyê roja Pêncşemê pêşkeş bike.
Graham ji rojnamevanan re da zanîn ku toleyên rêvebirîya Trump yên dijî Tirkîyê rind in û amaje kir ku dewama wan jî dê hebe.
‘’Ez dê bernivîsa toleyan ya dijî Tirkîyê roja Pêncşemê pêşkeş bikim. Ew gava ku rêvebirîya Trump bi biryarnameya dijî Tirkîyê avêtî pîroz dikim, lê dewama wê jî dê were’’ Graham got.
Berî Graham, Serokê Civata Nûneran Nancy Pelosi jî gotibû ku paketa toleyan ya dijî Tirkîyê kêm e.