Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Graham Hişyarî Dide Tirkîyê ku Operasyonên Nav Sûrîyê Pirtir Neke


Senatorê Amerîkî Lindsey Graham hişyarî dide Tirkîyê ku ger hebûna xwe li Sûrîyê xurtir bike, hinge dikare xwe di nav rewşeke pir xirab bibîne.

Graham îro li Bexda ji rojnamevanan re got ku divê Tirkîyê piştgirî bide hebûna Amerîka ya li Sûrîyê.

Senatorî Komarî Graham ku endamê Komîteya Xizmetên Çekdarî ye, roja Duşemê çûbû Minbicê û ligel karbidestên xwecîhî yên sîvîl û leşkerî civîbû.

Graham, berê wî jî çûbû Tirkîyê û bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê kiribû.

“Min hewil da ku ji Erdogan re nîşan bidim ku ger Amerîka ji Sûrîyê derkeve, hinge encamên wê yekê dê pir xirab bin. Baştir e hun operasyonên leşkerî li hindurê Sûrîyê zêdetir nekin jiber ku hunê xwe di nav rewşeke asemayî de bibînin,” Graham got.

Tirkîyê li bakurê Sûrîyê du operasyonên leşkerî kiribûn û DAIŞ’ê ji herêmên sînor derxistibûn û herêma Efrînê jî dagir kiribû û bi hezaran rûniştvanên wê jî neçar mabûn ku herêmên din yên bin kontrola Kurdan.

Enqere ji piştgirîya Amerîka ya bona YPG’ê gelek hêrsdar e, jiber ku wê hêzê wek baskekî PKK’ê ya qedexekirî dibîne.

Tirkîye herwiha dixwaze bajarê Minbicê têxe bin kontrola xwe ku leşkerên Amerîkî ligel şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li wê derê nobedarî dikin.

Graham herwiha got ku dive Tirkîyê bi hêlana şervanên YPG’ê li rojhilata Çemê Firatê, anku 20 km ji Minbicê razî be.

***

Du Senatorên Amerîkî Serdana Minbicê Kirin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:22 0:00

XS
SM
MD
LG