Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Baltimore Vekolîna Mirina Freddie Gray Sibe Diqedînin


Rêvebirê giştî yê polîsên Baltimore Anthony Batts
Rêvebirê giştî yê polîsên Baltimore Anthony Batts

Polîsên bajarê Baltimore vekolîna xwe ya ser mirina zilamekî reş di dema çavdêrîya polîsan de sibe Înê temam dike.

Berevajîya bendewarîyên giştî, karbidestên polîsan hizir nakin ku hurgilîyên raporta xwe demûdest ligel bîragiştî parve bikin.

Piştî rojên dijwar, Baltimore îro Pêncşemê aramtir e. Di xwepêşandanên protestokirina mirina Freddie Gray pirtir jî 200 xwepêşander vê heftê hatibûn girtin ku nîva wan hatin berdan.

Freddie Gray yê 25 salî ku dema bin çavdêrîya polîsan de miribû. Girseyên hêrsbûyî herikîbûn kolanan û gelek avahî, dîkan û otomobobîl dabûn ber êgir bi sedema ku polîsên spî tundî li hember reşan dimeşînin û wan dikin armanc.

XS
SM
MD
LG