Karbidestên Yunanî îro Çarşemê ragihand ku di bûyera lihevqelibîna du trenan de heta niha 36 kes mirine.
Karbidestan ragihand ku di bûyerê de pirtrt ji 80 kesên din jî birîndar bûne û hikûmetê jiber qurbanîyên rûdanî sê roj şîna netewî ragihand.
Hevdem, Wezîrê Veguhestinê yê Yunanî Kostas Karamanlis karvekişîna ragihand. “Min ev biryar jibo rêzgirtina bîranîna qurbanîyan da ku bi awayekî ne rewa jiyanên xwe hinda kirin,” Karamanlis got.
Serokê Sendîkaya Karkerên Hesinrêyên Yunanistanê Yannis Nitsas jê got ku di rûdanê de 4 ajokarên trenan jî di nav de, 8 xebatkarên wan hatine kuştin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku treneke rêwîyan û yeke barhildir şeva Sêşemê li nêzî bajarokê Tempe ya bakurê Yunanistanê li hev qelibîbûn.
Jêder: AP