Karbidestên Yunanî ragihand ku hejmara kuştîyên di rûdana lohevqelibîna trenê de giheşt 57 kesan û 48 kes jî birîndar in ku rewşa 6 ji wan giran e.
Karbidestan dîyar kir ku heta niha 56 kes jî hinda ne û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin.
Karbidest bal dikşînin ku jiber şewata piştî qelibîna du trenan, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dijwarî didomin û ronîkirina hin termên kuştîyan mînakên testa DNA ji malbatên qurbanîyan atine civandin.
Hevdem, Wezîrê Derve yê Yunnanîstanê Nikos Dendiasi li ser medya civakî spasîyên xwe jibo peyamên sersaxî û piştevanîyê pêşkêş kir.
"Em spasîyên xwe li hemî gelê cîhanê dikin ku hevgirtina xwe bi gelê me re dîyar kiriye. Em ji hemî kesên ku peyameke bi vî rengî ya piştevanîyê raberî nûnerên me yên dîplomatîk û balyozxane û konsulosxaneya me kirine, re spas dikin.”
Hljayî bîrxistinê ye ku ew rûdana lihevqelibîna trenê, bûyera herî kujer ya sisêyan ya dîroka Yunanistanê ye û Atîna jibo qurbanîyan3 roj şîna netewî ragihandibû.
Jêder: AP