Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Yunanistanê Pêşangeha Hunera Dîjîtal Vebû


Li Atîna ya paytexta Yunanîstanê pêşangeha hunera dijîtal "Plásmata: Beden, Xewn û Data" roja Çarşem li parka Pedion tou Areos vebû.

Ev pêşangeh dîyar dike ku hunera dijîtal çawa roj bi roj cîhê xwe di nav hunerê de diguhere û bala gel dikşîne û bi taybetî piştî COVID -19 ku rê da hunera dijîtal belavtir be û hezkirîyên wê li seranserî cîhanê pirtir be.

Di vê pêşangehê de mijara serekî pêwendîya mirovan bi data û zanînên înternet û teknolojîya û çawa dikarin bibin alîkar jibo xeyal, sawir û îmecineyşina mirovan berfirehtir bibe.

Dîsa, pêşangeh armanc dike ku afirandin zêde bibe ku vîdyo, înstoleyşin, teknîka dijîtal tev dibin alîkar ku berhemeke bê sînor were afirandin û ji şêwaza fîzîkî yan kevneşopî ya hunerê rizgar be.

Ev pêşangeh herwiha huner û teknolojîyê dicivîne ku berhemeke hunerî ya balkêş nişan bide.

Hêjayî balkişandinê ye ku di vê pêşangehê de 25 berhemên hunera dijîtal yên navnetewî tên nîşandan û pêşanghe wê heta 10’ê Tîrmehê vekirî bimîne.

XS
SM
MD
LG