Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yûnanistan û Tirkiyê li dor Ayasofya Hev bi Tundî Rexne Dikin


Yûnanistan û Tirkiyê îro Şemiyê bi gotinên tûj hev rexne kirin li dor guhertina cihê dîrokî Ayasofya li bajarê Stenbolê bo mizgeftekê.

Di demekê de ku serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tevlî nimêja roja înê bû li Ayasofya, kenîseyên Yûnanistanê zengilên şînê lêdan.

Peyvdarê wezareta derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy di daxuyaniyeke nivîskî de îro Şemiyê got:

“Yûnanistanê careka din dijminahiya xwe ji îslam û Tirkiyê re nîşan da.”

Peyvdarê wezareta derve ya Tirkiyê got ew bi tundî daxuyaniya hikûmeta Yûnanistanê û endamên parlemanê şermezar kir û got wan ala Tirkiyê li bajarê Thessalonikî ji cihên giştî rakir û şewitand.

Wezareta derve ya Yûnanistanê di daxuyaniyekê de bersiva guhertina Ayasofya bo mizgeftekê wek ayînperestî û nijadperestî ya deshilatdariya Tirkiyê anî ziman.

Roja înê jî serokwezîrê Yûnanistanê Kyriakos Mitsotakis Tirkiyê wek sazkera kêşeyan binav kir û guhertina Ayasoya wek “sivikatiya bi şaristaniya sedsala 21an” anî ziman.

XS
SM
MD
LG