Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yûnanistan Ji Tirkiyê re Dibêje Nabe Gef li Demukrasiyan Bibin


Yûnanistanê îro Yekşemê torebûna Tirkiyê red kir li dor biryara wê ya dayîna mafê penaberiyê bo serbazekî Tirkiyê ku Enqera wî tawanbar dike bi tevlêbûna hewla kudetaya têkçûyî, sala 2016an.

Doh Şemiyê Tirkiyê got biryara Yûnaistanê di vê derbarê de pêwendiyên herdû welatan têk dibe.

Serbazê Tirkiyê yek ji 8 kesan bû ku piştî hewla kudetayê reviyabûn Yûnanistanê.

Tirkiyê Asîna tawanbar dike bi vehewandina “pilankerên kudetayê” û Yûnanistan vê yekê red dike.

Yûnanistan û Tirkiyê hindek nakokî hene li dor Qubrusê û serweriya esman di navbera wan de, lê pêwendiyên wan van salên dawî baş bûn.

Desteya penaxwaziyê li Yûnanistanê daxwazên heft serbazên din red kirin, û hikûmeta Yûnanistanê banga pêdaçûnê kir ji bo dayîna mafê penaberiyê bo wan serbazan.

Lê ew dibêje dadweriya welêt serbixwe ye.

Wezîrê derve yê Yûnanistanê îro Yekşemê di daxuyaniyekê de got

“Baweriya me bi pirinsîbên demukrasiyê ne lawaziye, ew jêdera hêzê ye.”

Wî got:

“Demukrasî gefê nadin û ne jî gef li wan dibin. Li tersî wê, ew bi awakî berpirsiyar kar dikin ji bo pêşxistina têgihiştin û bihêzkirina seqamgîriyê di pêwendiyên hevsînoran de.”

XS
SM
MD
LG