Polîsên Yunanîstanê îro Şemiyê got wan komek ji 92 koçberên neqanûnî rizgar kirin ku tazî bûn û çi cilik ser wan nebûn û hinek jî birîndar bûn, li nêzîkî sînorê wê yê bakur digel Tirkiyê.
Polîsê Yunanîstanê di daxuyaniyekê de ragihand, ew koçber, hemû mêr in, li nêzîkî çemê Evrosê ku sînorê navbera Yewnanistan û Tirkiyê nîşan dide, roja Înê hatine dîtin.
Polêsan got, di lêpirsîna polîsên Yewnanîstanê û karbidestên ajansa sînorî ya YE'yê Frontex de, belge hatin dîtin ku koçber bi keştîyên lastîkî ji Tirkîyê derbasî axa Yunanîstanê bûne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Polîsên sînor... 92 koçberên neqanûnî yên bê cil û berg dîtin, ku hinek ji wan birîn di laşê wan de hebûn." Ne diyar bû ku mêran çawa û çima cilên xwe winda kirine.
Wezîrê Koç û Koçberiyê yê Yunanîstanê Notis Mitarachi di twîteke xwe de got ku riftara Tirkiyeyê ya li hemberî koçberan ji bo şaristaniyê şerm e. Wî got ku Atîna çaverê dike ku Enqere ser vê bûyerê lêkolînê bike.
Cîgirê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Îsmaîl Çataklî derengiya roja Şemiyê got, destê Tirkiyê di vê bûyera 92 koçberên neqanûnî da nîn e.
Cataklî li ser Twitterê bersiva twîttera Wezîrê Yunanîstanê Notis Mitarachi da û got: "Ji ber ku we nekarî yek bûyereka binpêkirina mafên mirovan ji aliyê Tirkiyeyê ve bibînin, hûn tenê dixwazin zilma ku hûn dikin wekî ku Tirkiyeyê kiriye nîşan bidin".
Jêder: AFP/Reuters