Ji sedema baran barîneke bihêz li Yunanistanê, herêmên rojavayê paytext Athena, roja Çarşemê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û bo sedema ziyanên mezin li wan herêman.
Tomarên vîdeoyî yên di kenalên TV yan de dihatin weşandin, dihat nîşan dan ku, cade û rêyên di navbera Nea Peramos û Mandra yên ku 27 kîlometran ji Athena di dûrin tevde bûne birkên teqnê.
Şaredara bajarê Mandra gote ART TV ya dewletê "her tişt wenda bû".
TV yan dan nîşan dan ku, hemû rê bûne herî û teqin û otombîl û Trak di nava avê de asê mane û av metrekê zêdetir bilind bûye.
Li Mandra termên 5 kesên mirî hatine dîtin, ji wana du jin û sê mêr bûn. Herwiha li herêmek din termên du kesên din jî hatine dîtin.
Serok hikûmetê Yunanistanê Alexis Tsipras xemgînya xwe jiber qorbaniyan anî ziman, ev heftiyeke Yunanistan rastî baran barînek bihêz bû ye.
Jiber bilind bûna astê avê xelkê herêmên lehî pêkhatî, çûne ser ban û ciyên bilind dakû di avê de ne xeniqin, polîsê agirvemirnadin û lihewar hatinê 12 kes ji ser banan rizgar kirine.
Ji hejî bîrxistinê ye ku doh Sêşemîê, desthilata Yunanistanê rewşa awarte li girava Symi ragihand.