Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye 2 Leşkerên Girtî yên Yunanî Azad Dike


Dadgeheke Tirk du leşkerên Yunanî, ku bi çewtî ketibûn nav axa Tirkîyê û bi sixurî dihatin darizandin, îro Sêşemê azad kirin.

Serokwezîrê Yunanistanê Alexis Tsipras bi daxuyanîyeke nivîskî dilgeşîya xwe li ser biryara dadgehê dîyar kir.

“Berdana du leşkerên Yunanî gaveke dadmend e ku bo domandina dostanîya me, peywendîyên baş yên cîrantî û aramîya herêmî re bibe alîkar,” Tsipras got.

Hêjayî balkişandinê ye ku peywendîyên Tirkîyê bi hevalbendên xwe yên girîng re di demeke xirab de derbaz dibe û girtina wan leşkeran bûye sedeme krîzeke mezin ya navbera her du cîranan.

Tirkîye bi Amerîka re jî ji qonaxeke kêşeber diborîne jiber ku Washington demûdest azadkirina qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson dike ku bi heceta terorîzmê li Tirkîyê girtî ye.

XS
SM
MD
LG