Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîye Çalakîya Birçîbûnê ya Girtîyên Sîyasî yên Kurd Didome


150 roj bere girtîgehên Tirkîye, girtîyên sîyasî yên Kurd li hember rewşa girtîgehan herwiha tecrîda ser rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, dest bi greva xwe birçîkirinê kirin.

Di çalakîya bi dor de, ji pênc rojan carekê, her carê 300 kes dikevin çalakîyê. Heta niha bi hezaran girtî di vê çalakiyê de cîh girtine.

Avuqat Yusuf Çakas ji Dengê Amerîka re got ku greva birçîmayînê niha li 107 girtîgehan belav bûye.

“Di nav şeş mehan de gelek girtî dibe du sê caran dikevin çalakîyê. ’Her cara ku dora xwe temam dikin, girtî cezayên dîsîplînê distînin.’’

Çakas da zanîn ku jiber rewşa pandemîyê û qedexeya heyî dayîna daxuyanîyan ev çalakî deng veneda.

Heta niha parlamanterên berê Sabahat Tuncel, Fîgen Yuksekdag, Çaglar Demîrel jî di nav de, gelek parlamanter û şaredarên HDP’ê jî di vê çalakîyê de cî girtine.

KHF_04_26_2021_Greva_Birçîhistinê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00

XS
SM
MD
LG