Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

IAEA Dibêje Wê ser Herêmeke Ewle li Santrala Zaporizhzhia Gotûbêjan Bike


Berpirsê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA),
Berpirsê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA),

Berpirsê Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA), Rafael Grossi îro Duşemê dîyar kir ku ew amade ye vê hefteyê li Ukrayna û Rûsya ser avakirina herêmeke ewle ya li santrala navokî ya Zaporizhzhia gotûbêjan bike.

"Bo avakirna wê li ser maseyê planeke heye. Hefteya borî derfeta min hebû ku ez bi Ukrayna û bi Federasyona Rûsyayê re dest bi gotûbêjan bikim. Ez amade me ku vê hefteyê li her du welatan van gotûbêjan bidomînim," Grossi got.

Grossi heta niha gelek caran pêwîstîya demûdest ya avakirina herêmeke ewle li nav û derdora santrala navokî ya Zaporizhzhia li Ukraynayê anîye ziman.

Zaporizhzhia, ku navenda navokî ya herî mezin li Ewrupayê ye, di meha Adarê de ketibû destê hêzên Rûsî.

Jiber ku ew navend nêzîkî enîyên şer e, di demên dawî de fikar çêbûne ku wêranîyeke navokî li wê derê biqewime.

Rûsya û Ukrayna hevdu ser êrîşên li derdora Zaporizhzhia tawanbar dikin ku li ser çemê Dnipro li başûrê naverasta Ukrayna ye û gelekî nêzîkî enîyên şer yên di navbera her du alîyan de ye.

XS
SM
MD
LG