Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îbrahîm Guçlu Îdia Dike ku Rûsya di Kuştina Silêmanî de Alîkarî Daye Amerîka


Kuştina Qasim Silêmanî ya ji alîyê Amerîka ve heta niha jî di rojeva Rojhilata Navîn de cîhekî girîng digire.

Nivîskar Îbrahîm Guçlu kuştina Silêmanî kiryareke stratejîk dibîne û îdia dike ku hember Silêmanî ecizîya Rûsya jî hebû loma Moskowê di kuştina wî de hevkarî kiriye.

“Qasim Silêmanî dixwast ku kemera Şîayan ava bike. Nifûsa Îranê ji Pakîstanê bigire, heta Afganistan, Lubnan, Surîye û Yemenê dirêj bûbû û aktorê vê projeyê jî Silêmanî bû. Tevî ku Rûsya bi vekirî nedigot jî, ji wê yeke eciz bû û loma di kuştina Silêmanî de Rûsyayê alîkarî da Amerîka.”

Guçlu herwiha îdia dike ku di nav sîyaseta Îranê de pirserîbûnê heye û berî demekê di navbera Silêmanî û Wezîrê Derve yê Îranê de hin nakokî hebûn.

“Loma peyama ku Trump dabû û gotibû ku “Me bi vê kuştinê destê Îranê jî rehet kir” ez di cîh de dibinim.

“Qasim Silêmanî wek bombeyeke navokî bû û zarara wî digîheşt her derî. Dewletên Rojhilata Navîn hemû ji sîyaseta wî ne razî bûn, lê nikaribûn beranber wî derkevin. Aniha em dibînîn ku ji Rûsyayê bigire, heta dewletên din yên Rojhilata Navîn jî kêfxweş in."

Guçlu bawer dike ku bi kuştina Silêmanî destê Îranê jî rehet bûye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:38 0:00

XS
SM
MD
LG