Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido: Hikûmeta Maduro Piştgirîyê Dide FARC û ELN'ê


Rêberê Rikeberîyê Venezuela û Serokê Parlamana Neteweyî Juan Guaido dîyar kir ku hikûmeta Maduro piştgirîya madî dide Artêşa Rizgarîya Neteweyî (ELN) û Hêzên Çekdar yên Şoreşger yên Kolombîya (FARC).

Guaido îdia kir ku herêmên sînor yên Venezuela bêxwedî mane û da zanîn ku ew herêm ji alîyên komên neqanûnî ve têne kontrol kirin.

Wî da zanîn ku li gor daneyên di destên wan de ew kom li 13 herêmên Venezuela dixebitin û dîyar kir ku ew bo hemî dewletên li herêmê gefên mezin in.

Juan Guaido dîyar kir ku di rûniştina Neteweyên Yekbûyî (NY) de ewê bi Kolombîya re ser vê mijarê biaxifin.

Parlamana Neteweyî jî bi daxuyanîyeke fermî bang li hêzên ewlekarîya Venezuela kir ku welêt dijî komên wek FARC, ELN, Hamas, Hizbulah û Dewleta Îslamî (DAIŞ) biparêzin.

XS
SM
MD
LG