Li Venezuela ya Amerîka Latîn, ku bi kêşeyên aborî re rû bi rû maye, kêşeya sîyasî jî roj bi roj gurtir dibe.
Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido ji Twitterê bang li gelê Venezuela kir ku dijî serokomarê wî welatî Nicolas Maduro dest bi protestoyên nû bikin.
Guaido dîyar kir ku protestoyên nû dê di navbera Çarşam û Înê li dar kevin.
Wî da zanîn ku dê roja Şemîyê jî li seranserê Venezuela û li cîhanê ‘’protestoyên berfireh’’ li dar kevin û bang li Artêşa Venezuela kir ku ‘’di xwepêşandanan de li alîyê gel’’ bin.
Guaido, hefteya borî xwe wek ‘’serokomarê demkî’’ ya Venezuela ragihandibû û di serî de Amerîka, jimareka dewletan dîyar kiribûn ku ew piştgirîya hikûmeta wî dikin.