Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido Ser Qutbûna Elektrîkê Banga Protestoyên Berfireh Dike


Juan GUaido
Juan GUaido

Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido ser qutbûna elektrîkê banga protestoyên berfireh kir.

Parlamantoya Neteweyî, ku di bin kontrola rikeberîyê de, ser nebûna elektrîkê "rewşa alarm" ragihand.

Guadio di axaftina xwe ya li parlamantoyê de da zanîn ku "Li Venezuela ti tişt ne normal e" û ewê nehêlin ku qutbûna elektrîkê "wek rewşeke asayî" were dîtin.

Qutbûna elektrîkê di roja şeşan de ye û jiber nebûna elektrîkê bi mîlyonan kes nikarin avê û xwarinê peyda bikin.

Serokê Venezuela Nicolas Maduro ser qutbûna elektrîkê Amerîka tawanbar dike.

Amerîka û jimareke welatên Ewrupa dijî Maduro piştgirîya Guaido dikin.

XS
SM
MD
LG