Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guaido: Ez Guh Nadim Gefan, Ezê Herî Dereng Roja Duşemê li Venezuela Bim


Rêberê rikeberîya Venezuela Juan Guaido di gera welatên Amerîka Başûr de bi Serokê Brezîlya Jair Bolsonaro re kom bû û piştgirî xwest.

Guaido li Brezîlya ji medya re got ku tevî gefên dijî wî jî ew dê vegere welatê xwe û ewê herî dereng roja Duşemê li Caracasê be.

Serokê Venezuela Nicolas Maduro dîyar kiribû ku Guaido bêdestûr derketîye derveyî Venezuela û dabû zanîn ku ewê jiber binpêkirina qanûnan were darizandin.

Guaido piştî Brezîlya dê îro Înê derbazî Paraguayê bibe.

Hêjayî bîrxistinê ye, Amerîka û jimareke welatên rojava dijî rejîma Maduro piştgirîya Guaido dikin û li alîyê din, Rûsya, Tirkîye û Çîn dîyar dikin ku ew alîgirê Maduro ne.

XS
SM
MD
LG