Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Girtiyekî ji Guantanamo Dişîne Cezayîrê


Guantanamo bay

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku girtiyê li Guantanamoya Kubayê Seîd bin Îbrahîm bin Omran Bagûş veguhestine Cezayîrê.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, pêdaçûna demkî, nîşan da ku berdewamiya girtina wî kesî êdî ne pêwîst e ji ber ku metirsiyek li ser ewlekariya neteweyî ya Amerîkayê çênake, û pêşniyara veguhestina wî kir, bi berçavgirtina tedbîrên ewlehiyê yên wek çavdêrîkirin û qedexekirina geştiyarî û seferan.

Daxuyaniya Pentagonê amaje bi wê yekê jî kir, ku Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin, di sibata borî de, Kongresê agahdar kir ku niyeta xwe ya veguhestina Bagoş bo Cezayîrê, tekez kir ku Amerîka pêzanînên xwe ji amadebûna Cezayîrê û hevkarên din dike ji bo piştgirîkirina berdewamiya hewildanên Amerîka ji bo kêmkirina hejmara koçberên girtî û girtina Guantanamo Bay.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hîna 30 girtî li Guantanamoyê hene, 26 ji wan li benda serbestberdan û veguhestinê ne, 3 kes li benda lêkolîna demkî ya dosyayên xwe ne, 9 kes jî, li cem komîsyonên leşkerî tên dadgehkirin û 2 kes jî li wan komîsyonan hatine mehkûmkirin.

New York Times got ku Bagoosh di nav 20 çekdaran de bû ku ji aliyê hêzên ewlekarî yên Pakistanî ve hatin girtin di dema êrîşa wan li ser endamên "Rêxistina El-Qaîde" li bajarê Feysalabad di sala 2002 de.

Ajansên istixbaratî yên Amerîkî bawer dikin ku "dibe ku ew li Afganîstanê beşdarî rahênaneke bingehîn û pêşkeftî bûye, paşî berî girtinê wek rahêner li kampeke tundrew kar kiriye."

Jêder: Pentagon/New York Times

XS
SM
MD
LG