Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Guhdar Zêbarî Li Hewlêrê Tê Azadkirin


Guhdar Zêbarî
Guhdar Zêbarî

Rojnamevan Guhdar Zêbarî ku bi têkbirina ewlekariya navxweyî hatibû tawanbarkirin û 1213 rojan hatibû zindankirin, roja Şemiyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve li Hewlêrê hate azadkirin.

Zêbarî di 22 meha dehan a sala 2020an de bi tometa têkbirina ewlekariya navxweyî cezayê 6 sal zindan wertgirt, li gor yaseya kevin a Îraqê.

Bi fermana serokê herêma kurdistanê cizayê wî hate kêmkirin û biryar bû di 16 meha sê ya sala 2023an de were azadkirin, lê du doseyên din li dijî wî hatin tomarkirin û ew di zindanê de ma.

Zêbarî ji Dengê Amerîkayê re got: "Hêvîdar im ku neyarên rastî û rastbêjî û rojnamevan û nivîskaran in, li xwe vegerin û ev doz ji wan re bibe waneyekê û hevalên me bên berdan û êdî kes newêribe destê xwe li wan bide."

Derbarê danûstandina di nava girtîgehê de, Zêbarî got ku rewşa wan xirab bû, ji ber ku “hertim çavdêriya wan dibû da ku tiştekî herî biçûk ji bo wan mezin bikin.”

Çavkanî: Diyar Cemal

XS
SM
MD
LG