Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvajoya Guherîna Rêvebirîya Amerîka bi Awayekî Fermî Destpê Dike


Karbidesta Rêvebirîya Xizmetên Giştî (GSA) Emily Murphy, ji Serokê hilbijartî Joe Biden re dîyar kir ku ew hazir in ku qonaxa guherîna rêvebirîyê bidin destpê kirin.

Ew nûçeya ser guherîna rêvebirîya Amerîka, CNN’ê bi nameya ku Murphy ji Biden re şandiye ragihand.

Bi vî awayî rê li ber tîma Joe Biden vebû ku di peyvajoya guherîna rêvebirîyê de, fonên federal bi dest bixe ku wê tîmê heta niha bi alîkarîyên dildarên xwe karên xwe dikir.

Hin sazîyên medya îdia kiribûn ku rêvebirîya Serok Donald Trump bo GSA qonaxa fermî ya guherînê nede destpê kirin, zextan li ser wê dike, lê Berdevika Qesira Sipî Kayleigh McEnany hefteya borî ew îdia red kiribûn.

Emily Murhpy di nameyê de zanîn ku wê jîyana xwe daye ber karên bo bîragiştî û dîyar kir ku wê her li gor qanûnan û bi awayekî serbixwe biryar daye.

Murpy got ku ji Qesira Sipî yan ji GSA ti kesan li ser wê fişar çênekirine ku ew bi derengî biryara ser guherîna rêvebirîyê bide.

Wê dîyar kir ku bi rêka telefona û înternetê hin kesan dijî wê, malbata wê û karmendên GSA’yê gef xwarine û da zanîn ku ew li hember wan gefan jî bi awayekî qanûnî tevgerîye.

Karbidesta GSA bi bîr xist ku dîyarkirina serketîyê hilbijartinê û pejirandina serketîyan ne karê wê sazîyê ye.

Trump do Duşemê ji Twitterê spasîya Emily Murphy kiribû û gotibû ku wî ji wê xwestiye ku dest bi prosedurên pêşî yên guherandina rêvebirîyê bike.

XS
SM
MD
LG