Reberên leşkerî ku li welatê Rojavayê Afrîka yê Guinea destlihat bidestxistin, parlementoya Niştîmanî û qanûna bingehîn rakirin, soz didin ku ew ê hikûmeteke veguhêz ava bikin.
Wan ev yek ragihand, piştî civîna li gel rêberên leşkerî û karbidestên rêveberîya Serok Alpha Conde. Serok Conde roja Yekšemê hatibû girtin. Fermandar Mamady Doumbouya soz da ku ‘hikûmeteke yekgirtîna nîştîmanî’ wê were avakirin.
Fermandar Doumbouya got: “Em dixwazin hikumeta veguhêz bibe nîşana hêvîya avakirina Guinea’yeke nû, ku hemû zarokên welat di nav de bin”
Fermandar Doumbouya her wiha got wê ew nedin dû karbidestên hikûmetê ku piştî derbeyê hatin rakirin û fermandarên leşkerî li şuna wan hatin êrkdar kirin.
Di vîdyoyê de ku li ser medya civakî hate belavkirin Serokê Guinea, Alpha Conde, di odeyekê de, cem leşkerekî runiştî dîyar bû. Ew vîdyo pištî di televîzyona fermî ya dewletê de rakirina hîkumeta Conde ji alîyê leşkerîya Guineayê hat îlan kirin, belav bû.
Endamên leşkerîyê paşê ragihandin ku tendurîstîya Conde yê 83 salî baş e û wî bizişkên xwe ditîye. Di meha 10ê ya sala par de, Conde bo cara sêyemîn bû serok pîstî wî di yaseya bingehîn de guhertinek çêkir ku rê bide hilbijartina wî. Ji ber wê hilbijartina neqanûnî, li seranserî welêt xwepeşandanên tund despêkirîbû.
Netewêyên Yekbûyî, Fransa, û Civata Ekonomîya Dewletên Rojavayê Afrîka (ECOWAS) derbeya leşkerî li Guineayê şermezer kirin.