Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendekara Zanîngehê Gulîstan Doku 10 Roj in Hinda Ye


Gulîstan Doku
Gulîstan Doku

Gulîstan Doku 21 salî ye û li bajarê Dersîmê xwendekara Zanîngeha Munzurê ye,lê, ew ji 5’êRêbendanê vir de hinda ye.

Gulîstan herî dawî li nav Dersîmê li nêzî zanîngehê li ser Pira Dînarê hatiye dîtin. Bi rojan e ku li çem û bendavê li Gulîstanê digerin, lê ta niha encamek bi dest neketiye.

Malbata wê ji Amedê çû Dersîmê û li wir daxuyanî dan, lê wan nexwest bi medyayê re roportaj bikin.

Nas û hevalên Gulîstanê, hevalê wê Zaynal Abarok gumanbar dibînin û dibêjin ku rojek berî ku ew hinda bibe, Gulîstan û Zaynal pev çûne.

Hevaleke wê ku nexwest navê xwe bide, rexne dike ku hemî lêgerîn li dora pirê tê kirin.

“Wekî ku Gulîstan xwe avêtiye nav çem, li dora pirê lêgerînê dikin, lê wê jîyanê hez dikir. Ez bawer nakim ku Gulistan xwe kuştibe. Divê lêpirsîn li ser kurhevalê wê were kirin."

Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş rewşa Gulîstanê anî rojeva parlamanê û pirsî ku gelo ti bandora bavê Zaynal Abarok li ser vê bûyerê û encamên lêkolînê heye yan na.

KHF_01_13_2020_Gulistan Doku
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00


XS
SM
MD
LG