Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Ser Kuştina Xaşiqcî Daxwaza Hevkarîyê ji Saudîyan Dike


Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Abdulhamit Gul îro Pêncşemê got ku ew daxwaza hevkarîyê ji karbidestên Erebistana Saudî dikin ku hurgilîyên kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqcî ron bikin.

Gul li Enqerê got ku divê pirsên Tirkîyê yên derbarê kuçtina Xaçiqcî ji alîyê karbidestên Saudî ve werin bersîv kirin.

Wî ji nûçegîhanan re got ku wan heta niha termê Xaşiqcî nedîtîye.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de, dema ketibû nav Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Karbidestên Saudî berê îdiayên ser kuştina Xaşiqcî red kiribûn, lê piştre neçar mabûn ku qebûl bikin ew di pevçûneke li konsulxaneyê de hatiye kuştin.

XS
SM
MD
LG