Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jinên Stenbolê jibo Xwendekara Kurd ya Hinda Gulistan Doku Banga Tekoşînê Kir


‘Platforma Jin Bihev re Hêzdar In’ li Stenbolê bi daxuyanîyekê çarenivîsa xwendekara Kurd Gulistan Doku pirsî ku ji 5’ê Rêbendan a 2020’an û vir ve hinda ye.

Platformê jibo hindabûna Doku nerazîbûnê nişan da û bang li jinên din kir ku jibo dîtina Doku têkoşin bikin ku 754 roj in ti agahî ji wê tuneye.

Endama platformê Sînem Tugcu got ku dewlet naxwaze Gulîstan Doku were dîtin û heta niha lêpirsîneke bi bandor jî nehatiye kirin.

"Berguman Zaînal Abakarov nehat darizandin. Lê, ji xwişka Gulîstanê Aygul Doku re, jiber heqaret û gefxwarinê li zirbavê Abakarov, Engîn Yucer 2 hezar û 250 lîraya Tirkî û 5 meh cezayê zindanê hat birîn. Sedema cezakirina Aygul Doku jiber tekoşîna edalet û israra wê ya jibo dîtina xwişka wê ye.”

Tugcu bi berdewamî got ku karbidestên dewleyê dixwazin bi gotina 'xwekuştin’ rastîyên bûyerê veşêrin

“Dayika Gulistanê, Bedrîye Doku ev 754 roj in jibo dîtina keça xwe têdikoşe. Em deng li dengê Bedrîyê zêde dikin, diqîrîn û dibêjin êdî bes e. Jiber ku em dizanin ku bi gotina xwekuştinê tê xwestin ku tundîya zilaman veşerin."

Tugcu, herwiha îdia kir ku berpirsê kuştina jinan dewleta zilamperest e û ewê heta ku hesab ji berpirsan were pirsin, wê dozê bişopînin.

Hêjayî gotinê ye ku gumanbarê serekî yê hindabûna Doku zilamê bi navê Zaînal Abarakov e û zirbavê wî Engîn Yûcer polis e. Ew bi sedema ku di nava gel de feraseta xwekuştinê çêkiriye, ji kar hatibû derxistin.

20 meh piştî hindabûna Doku, awayê lêpirsînê hat guhertin û niha ew doz bi gumana kuştinê tê domandin. Piştî sal û nîvekê telefona Abarakov ji alîyê dozgerîyê ve hat sitandin desteserkirin.

Malbata Doku ku ev 28 roj in ku li ber dadgeha bajarê Dersîmê çalakîya nobeta edaletê bi rê ve dibin û bawer dikin ku gumana wan ya ser kuştina keça wan zêdetir bûye.

MEB_1_28_22_Carenusa_G_Doku
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00

XS
SM
MD
LG