Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendekara Kurd Gulistan Doku 2 Sal In ku Hinda Ye


Bedrîye Doku ev du sal in ku ki qîza xwe digere
Bedrîye Doku ev du sal in ku ki qîza xwe digere

Gulistan Doku ya 21 salî, ku xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê li bajarê Dersîmê bû, ji 5ê Rêbendan a 2020an vir ve hinda ye.

''Ez êvarê serê xwe datînim ser balgîfê lê rihê min li vî bajarî li çîya û deveran digere, ez dibêjim çibû bi te keça min, gelo te kuştin, te kirin erdê û ez jî di ber te de, di ser te de diçûm..."

Ev gotinên Bedrîye Doku ye ku keça wê Gulistan Doku 2 sal in hinda ye.

Dayika dilşewat dibêje ku ew du sal in ji dar û beran, ji çûk û çîyayan pirsa keça xwe dike, dibêje gelo hun nizanin ka çi bi serê Gulistana wê hatiye?

Li gor dîmenên vidyoyê Gulistan herî dawî li pêş kafeyek bi hevalê xwe Zainal Abarakov re nîqaş kiriye, piştre sîwarî dolmîşa zanîngehê bûye.

Di salvegera duyê ya hindabûna Gulistanê de malbata wê li pêş avahîya Edlîyeya Dersîmê dest bi çalakîya rûniştinê kir.

Bedrîye û Xalid Doku ji roja yekê heta niha Zainal wek gumanbar dibînin û dibêjin heta ku ew neyê girtin ewê dest ji çalakîya xwe bernedin.

Hate îdia kirin ku Gulistan xwe avêtîye çemê bendava Minzûrê, 300 roj li wir di avê de lê gerîyan lê tiştek bidest neket.

Malbata Doku jibo dîtina keça xwe bi Serokomarê Tirkîyê re jî hatin ba hev, lê her carê dest vala vegerîyan.

Bedrîye Doku xuya kir ku di nav du salan de ne şeva wan maye ne jî roja wan.

Hêjayî gotinê ye ku biryara nepênîbûnê li ser dosyeya lêpirsîna hindabûna Gulistanê heye, lê du pêşketinên girîng jî qewimîn.

Di meha Tebaxê de Serdozgerîya Dersîmê ji dozgerîyên 81 bajarên Tirkîyê xwest ku ji 5ê Çileya 2020an vir ve li bajarên wan ger meytên nenas yên jinan hatibin dîtin agahîyan bi wan re parve bikin.

Parêzerê malbata Doku ragihand ku bi vê talîmatê serdozger bawer dike ku Gulistan xwe nekuştiye, lê ew hatiye kuştin.

Biryareke din ya girîng jî ew bû, zirbavê gumanbar Engin Y. ji karê polîsîyê hate derxistin, jiber sûcê ku hin belgeyên nav dosyeya lêpirsînê li dijî qanunê bi dest xistine û hewul daye ku nîşan bide Gulistan xwe kuştiye.

Rêxistina Krîmînala Netewî jî dimenên vîdyoyê ya pira ku hat îdia kirin Gulistan xwe ji wir avêtiye nava avê, lêkolîn kir û giheşt wê encamê ku di wê rojê de ti liva pêlan çênebûye ku tiştek giran ketibe avê.

Malbata Gulistan dibêje çi bi serê Gulistanê hatibe Zainal Abarakov dizane û divê ew wekî bersûc were girtin.

KHF_01_04_2021_Gulistan_Doku
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:41 0:00

XS
SM
MD
LG