Bajarekî Kalîforniyayê şeva Sêşemê deng da ku ji xwediyên çekan hewce bike ku sîgorteya (bîme) berpirsiyariyê hilgirin, ya ku tê bawer kirin ku ew pîvana yekem e li Amerîkayê.
Meclisa Bajarê San Jose tevî dijberiya xwediyên çekan yên ku digotin ew ê mafên wan yên Maddeya 2’yê ya Qanuna Bingehîn binpê bike, ew yaseyê pejirand.
Bajarê Silicon Valley ku nezîkî 1 mîlyon kes li vir dijî, wekî bajarên din yên bi pêşengiya Demokratan e ku hewl dide ku bi yaseyên behez peşiyê tundî tujîya çekan bigirin. Li gor sazîya Brady United, ku li diji tundî tujîya çekan kar dike dibeje pejirandina ew yase di demeke de pêk te ku qanûnên bi heman rengî li cihen din de ji hatiye pêşniyar kirin, le San Jose dibe yekem bajar ku ew yaseyê derbas dike.
Endamên meclîsa bajarê San Jose ku di nav de çend kesên ku hevalên xwe ji ber tundî tujîya çekan winda kiribûn, got ku ew gaveke giring e ji bo peşigirtina tundîtujîya çekan. Endamê meclîsê Sergio Jimenez ji got tundîtujîya çekan "belayekê li ser civaka me ye.”
Li gorî we biryarê, sîgorte berpirsiyariya zîraren ku ji ber karanîna bêserûber a çekan, mirin, birîndarbûn, an zirara malî hemu digire. Ger çekek were dizîn an windakirin, xwediyê çekê dê berpirsiyar were hesibandin heya ku dizî an winda ji rayedaran re were ragihandin.
Lêbelê, şaredarê San Jose got xwediyên çekan ên ku sîgorta wan tune ne dê çekên xwe winda nekin an jî bi tu sûcan re rû bi rû nemînin.