Lînkên eksesibilîtî

Li Gurcistanê di Şewata Hotelekê de 11 Kes Mirî û 21 Birîndar


Wênê Leogrand hotel berî bûyera şewatê biqewim e, bajarê Batumi welatê Gurcistan

Şeva bûrî li welatê Gurcistanê, li Hotêleke Luksus, li bajarê Batumi yê dikeve ser peravên Deriya Reş, agir derket, di encama agirpêketinê de 11 kesan jiyana xwe ji dest da û bi kêmî 21 kes birîndar bûn.

Ajansa Rûsî TASS, li gûr wezareta navxwe ya Gurcistanê radigehîne ku, agir şeva bûrî dema rêûresmên Şaha Ciwaniyê ya sala 2017an hebû li hotel û kazînoya Leogrand agir derketîye.

Beşdarên di Şahiya Ciwaniyê de ya Gurcistinê ya sala 2017an her 20 beşdar bi saxî ji şewatê rizgar bûne, herweha 100 mêhvanên beşdar jî xwe rizgar kirine piştî ku, tîmên agir vemirandinê gihane cihê bûyerê û bi pêstirên taybet ji qatên bilind ew rizgar kirine.

Daxûyaniya wezareta navxwe tekez dike ku, di bûyerê de 11 kes mirine û 21 kes birîndar bûne, di nava birîndaran de welatiyekê Îsrailî û 12 yên Tirk hene.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG