Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombebarana li Gutaya Rojhilat Didome


Gutaya Rojhiat
Gutaya Rojhiat

Erîşên Artêşa Sûrîyê yên dijî Gutaya Rojhilat didomin. Li gorî navendên çavdêrîyan di hefteyeke de bi sedan kes li herêma Gutaya Rojhilat hatin kuştin.

Karbidestên saxlemîyê yên li Gutaya Rojhilat îdia dikin ku li ser hin birîndaran nişanên êrîşa gaza klorê heye û bi kêmî ve 18 kes bi oksîjenê derman dibin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn ku wan heman îdia bihîstine, lê ew hîn piştrast nekirine.

Hikûmeta Sûrîyê îdiayên ser karanîna çekên kîmyayî red dike.

Xêncî êrîşên esmanî, pevçûnên li derdora Gutaya Rojhilat jî gurtir bûne.

Fransa û Almanya, do Yekşemê ji Rûsya xwest ku bo agirbestê bang li Sûrîyê bike.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, ji Serokê Rûsya Vladimir Putin xwest ku bo agirbestê alîkarîyê bike.

Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (CENY) pêr Şemî bernivîsa bo agirbesta Sûrîyê pejirandibû. Li gor bernivîsê, li Sûrîyê dê bo 30 roj agirbest were ragihandin lê têkoşîna dijî rêxistinên cîhadî dê bidome.

XS
SM
MD
LG