Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konvoyên Alîkarîyê yên NY'ê Ketin Hindurê Guta ya Şamê


Zarokekî 2,5 salî li Guta
Zarokekî 2,5 salî li Guta

Konvoyeke alîkarîyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Heyva Sor ya Sûrîyê ketin hindurê Guta ya dorpêçkirî ya Şamê.

Ji Tîrmeha 2016’an vir ve cara yekê alîkarî gihaşt 40,000 sîvîlên li Guta.

Li gor karmendên sazîyên alîkarîyê, hikûmeta dorpêça li ser Guta xurt kiriye û sîvîlên li wir, li ber sînorê birçîbûnê ne.

Kordînasyona Alîkarîya Mirovî ya NY (OCHA) ji Twitterê ragihand ku ketiye hindurê taxên Kafra Batna û Sakba.

Hevya Sor ya Sûrîyê jî ji Twitterê dîyar kir ku 49 kamyon alîkarî gihaştiye herêma Guta.

Berdevkê OCHA Jens Laerke da zanîn ku bo 40,000 kes derman û xwarin birine. NY cara dawî di Tîrmeha 2016’an de ketibû hindurê Guta.

Sindoqa Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li Guta Rojhilat 1200 xwarê têr naxwin û 1500 zarokên din jî bi vê rîskê re rû bi rû mane.

XS
SM
MD
LG