Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên li Gutaya Rojhilat Didomin


Êrîşên hêzên hikûmeta Sûrîyê yên dijî Gutaya Rojhilat roja Pêncşemê jî dewam kirin. 19 sîvîlan di êrîşên dawî de jîyana xwe ji dest da.

Hêzên navneteweyî bo Sûrîyê banga agirbestê dikin, lê şer hîn nesekinîye.

Di pênc roj de li Sûrîyê 368 kes hatin kuştin. Hêzên hikûmetê bombeyan diavêjin herêma dorpêçkirî.

Doktorên Bêsînor ragihand di êrîşên de 13 navendên ku alîkarîyê didine zarar didîtine yan hilweşîyane.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan dîyar kir ku roja Pêncşemê bi qasî 200 roket bi ser Duma de ketine.

Li gor SOHR’ê piranîya jetan aîdî Rûsya ne. Moskow diayên ser beşdarbûna êrîşên Guta red dike, lê rojnameya El Vatan, ku nêzî hikûmeta Sûrîyê ye, da zanîn ku firokên Rûsya jî beşdarî êrîşan bûne.

Li Gutaya Rojhilat bi qasî 400,000 sîvîl dijîn.

XS
SM
MD
LG