Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Pevçûnên li Gutaya Rojhilat Didomin


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dîyar kir ku Artêşa Sûrîyê, li hember serhildayên li Gutaya Rojhilat pêşde çûye.

SOHR’ê da zanîn ku bo veguhastina alîkarîya mirovê bo demekê rawestîyane, lê li dû herêman êrîş dewam kirine.

Ajansa çavdêrîyê da zanîn ku Artêşa Sûrîyê roja Çarşemê li hember Ceyşul Îslam pêşde çûye.

Kanala dewletê ya Sûrîyê jî da zanîn ku bo sîvîlan koridor hatiye vekirine, lê wek roja Sêşemê roja Çarşemê jî sîvîl ji herêmê derneketine.

Wezareta Derve ya Rûsya jî îdia kir ku komên çekdar yên li Gutaya Rojhilat nahêlin ku alîkarî bigêhijin sîvîlên li herêma Gutaya Rojhilat.

Lavrov da zanîn ku serhilda rê li ber derketina nexweş û brîndarên li Gutaya Rojhilat digirin.

XS
SM
MD
LG