Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres berî sardana xw eya Moskow û Kîevê, îro Duşemê li Enqerê bi Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinekê dike.
Guterres, li ber e roja Sêşemê here Moskowê û bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re hevdîtinekê bike.
Çaverê ye ku ew herwiha bi Serokê Ukraynî Volodymyr Zelenskyy û Wezîrê Derve Dmytro Kuleba jî di vê hefteyê de bicive,
Tirkîye, ku endama NATO ye, peywendîyên xwe hem bi Rûsya re, hem jî bi Ukrayna re didomîne.
Enqere hewil dide ku rola navbeynkarîyê di wê krîzê de bilîze û wê mêvandarîya civîneke navbera wezîrên derve yên ra her du alîyan kir.