Nûnerê Îsraîlê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Gilad Erdan got ku Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres artêşa Îsraîlê xistiye lîsta cîhanî ya sûcdarên ku li dijî zarokan kiryarên xirab kirine.
Erdan, ev biryar wek kiryareke rûreşî bi nav kir û got ku ew îro Înê bi fermî li ser biryarê hatiye agahdar kirin.
Lîsta cîhanî di raporteke nû ya NY ya ser şer û rewşa zarokan de cîh digire, ku li ber e di 14ê Hezîranê de ji Civata Ewlekarî ya NY re were pêşkêş kirin.
“Ez ji vê biryara sosret ya Guterres gelek matmayî mame û pir hêrs im. Artêşa Îsraîl artêşa herî paqij ya cîhanê ye, loma ev biryara qirêj tenê wê alîkarîya terorîstan bike û ji Hamasê re bibe xelatek."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bi daxuyanîyekê got ku Neteweyên Yekbûyî jî ketiya nava lîsta reş ya kesên ku piştgirîya kuştinkarîyên Hamasê dikin, xwe xist lîsteya reş ya dîrokê.
Berdevkê Guterres Stephane Dujarric daxwaza Reutersê ya şîroveyeke ser wê mijarê red kir.