Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Ser Metirsîya Krîza Hîngehê Hişyarî Dide


Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres
Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres

Hilcivîna 27’an ya guherîna jîngehê ya COP27 ya Neteweyên Yekbûyî (NY) do Yekşemê li li Şarm el-Şêx li Misirê destpê kir.

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres di hilcivînê de bal kişand ku ew li ber bijareyek serekî ya tund in.

"Dive em niha dest bi xebata hevpar ya bikin ku belavbûna gazên xeter kêm bikin yan jî wê nifşên siberojê bi rûbirûmayîna felaketa jîngehê mehkûm bikin."

Axaftina Guterres armanc dikir ku bi dengekî xurt rewşa jîngehê û xeterîya jiber guherîna îklimê ya di asta cîhanî de dîyar bike.

Guterres bi dengekî bilind hişyarî da ku zêdetirî 120 rêber, serok, sazî, karbidestên herî payebilind û herwiha rexistin û sazîyên ji serenserî cîhanê wê heya 18’ê Mijdarê ser çareserkirina bandorên guherîna jîngehê gotûbêjên girîng bikin.

Li ber e ku di Hilcivîna COP27 ya NY de mijarên wek germbûna gerdûnî, kêmbûna enerjîyê, xizanî, enflasyon û encamên wan yên di nav cîhanek dabeşkirî ya şerker de û fîkarên ser krîzên din yên ewlehî, siyasî û aborî werin nîqaş bikin.

"Tenê yek bijareyeke mirovahîyê heye: hevkarî an jî têkçûn. Divê peymaneke nû ya di navbera welatên herî dewlemend û xizan yên cîhanê de hebe û armanca wê peydakirina budceyên bo welatên xizan be ku ew bikaribin dawî li karanîna şewitên fosîl bînin.

Wî sozên di çarçoveya Peymana Parîsê ya Jîngehê bi bîr xist û bang li Amerîka û Çînê kir ku bo pêkanîna vê peymanê bikevin nav hewildanan.

Îmzakarên Peymana Parîsê ya 2015’an soz dabûn ku bigehîjin armanceke demdirêj, ku germahîya gerdûnî ji 1.5 °C ji asta pêş-pîşesazî zêde neb ku zanyar ew yek jibo pêşîgirtina guherîna îklimê wek asta bingehîn dibînin.

XS
SM
MD
LG