Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres bo Îdlibê Banga Agirbestê Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bo Îdlibê banga agirbestê kir.

Guterres da zanîn ku divê ‘’trajedîya mirovî’’ ya li Îdlibê bi dawî bibe û girjîya li wê derê hîn zêdetir nebe.

‘’Ew xewnereşka bi destê însanan hatiye çêkirin, ji zû de ye êşan bi gelê Sûrîyê dîtin dide û divê raweste, demûdest raweste.’’ Guterres got.

Wî bal kişand ser êrîşên hikûmeta Sûrîyê ya bi piştgirîya Sûrîyê û bi bîr xist ku di pevçûnên rejîma Sûrîyê û Tirkîyê de kuştin çêbûne.

XS
SM
MD
LG