Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: Jiber Korona Pirtir ji Mîlyarekê Xwendevan ji Perwerdê Dûr Mane


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres îro Sêşemê got ku jiber pandemîya korona li seranser cîhanê pirtir ji yek mîlyarî zêdetir xwendevan ji xwendinê dûr mane.

Guterres got ku korona bûye sedema sekinandina herî dirêj ya perwerdeyê li dîrokê û pirtir ji 160 dewletên cîhanê ji nîba Tîrmehê vir ve xwendin rewestîye.

Wî herwiha bal kişand ku li seranser cîhanê ji 40 mîlyonî zêdetir zarokên ji “perwerdeya krîtîk ya berî dibistanê” bêpar mane.

“Dinê rûbirûyê malwêranîyeke mezin e ku dikare bi pirsgirêkên bo nifşên sibêrojê derxîne û zîyanê bîne ser gelek potansîyala mirovan, destketinên bi dehan salan tune bike û bibe sedema xirabtirbûna newekhevîyên heyî,” Guterres got.

Wî bal kişand ku taybetî zarok û kesên nûgiheştî dibin qurbanêyên jherî mezion yên belavbûna vîrusa korona.

“Em di qonaxeke wiha de ne ku sibêroja zarok û xortên nûgiheştî yên cîhanê tê dîyar kirin. Biryarên ku hikûmetên cîhanê û şirîkên me wê bidin bandora xwe ya dûr û dirêj li ser bi sed mîlyonan kesan û di salên were de xurtbûn û pêşveçûna gelek wekatan bikin.”

Guterres bang li jinûve vekirina xwendingehan kir, bi şerta ku belavbûna vîrusa korona bi giştî were kontrol kirin.

XS
SM
MD
LG