Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Bang li Endamên NY'ê Dike ku Piştgirîya Peymana Navokî Bikin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku jiber biryara Trump ya ser peymana navokî ya bi Îranê re xeyalşikestî bûye.

Guterres bang li dewletên din yên di peymanê de kir ku li gor bi awayekî tam li gor peymanê tevbigerin.

Guterres bang li hemî endamên NY’ê kir ku piştgirîya peymana navokî bikin.

Sekreterê Giştî yê NY’ê da zanîn ku peymana navokî bo rêlibergirtina çekên navokî serkeftineke mezin nîşan dide û aştî û ewlekarîya herêmî û navneteweyî xurttir dike.

Gutteres dîyar kir ku divê hemî fikarên ser peymanê, bi mekanîzmayên peymanê werin çareser kirin.

XS
SM
MD
LG