Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: Pereyên Neteweyên Yekbûyî Diqedin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bi nameyekê ji endamên yekîtîyê re da zanîn ku çavkanîyên pereyî bi lez diqedin.

Guterres bang li endamên yekîtîyê kir ku aîdetên ku NY’ê dîyar kirine bidin.

Guterres da zanîn ku divê pereyên NY’ê neqedin û got ku heta niha ti carî di nav salekê de ewqas pereyên rêxistinê neçûne.

Guterres dîyar kir ku bi dawîya meha Hezîranê re NY hewcadarê 139 mîlyon dolar bûye.

Ji 193 endamên NY’ê heta niha 112 dewlet aîdatên xwe dane.

Amerîka, ku 22 ji sedê butçeya NY’ê dide, her sal sal di dawîya salê de temamê heqê xwe dide.

XS
SM
MD
LG