Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres Biryara Trump ya Ser Alîkarîya bo WHO Rexne Dike


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara Serok Donald Trump ya ser rawestandina alîkarîya bo Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) rexne kir.

Guterres da zanîn ku Trump di demeke şaş de alîkarîya bo WHO rawestandiye.

Wî dîyar kir ku ‘’dem dema hevkarîyê ye’’ û got ku divê civaka navneteweyî bo têkbirina vîrusa korona bi hev re bixebite.

Trump dabû zanîn ku WHO di karên xwe de ne serketî ye û dîyar kiribû ku ewê li ser wê rêxistinê dest bi lêpirsînekê bikin.

Amerîka di sala 2019’an 400 mîlyon dolar dabû WHO ku ew ji nav alîkarîyên dewletan ya herî zêde bû.

XS
SM
MD
LG