Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guterres: Li Aden ya Yemenê 70 ji Sedê Pêketîyên Korona Dimirin


Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dîyar kir ku rêjeya heri zêde ya mirin û pêketina vîrusa korona li Aden ya Yemenê ye.

Guterres da zanîn ku li Adenê 70 ji sedê pêketîyên vîrusa korona jîyanên xwe ji dest didin.

Wî got ku rewişa Yemenê ‘’pir trajîk’’ e û bang li civaka navneteweyî kir ku bo wî welatî alîkarîyê bikin.

Erebistana Saudî û NY dê di 2’yê Hezîranê de bo Yemenê konferansa alîkarîya diravî çêkin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Yemenê 278 kes bi vîrusa korona ketine û 57 kes bi wê mirine.

NY dide zanîn ku jiber ku li Yemenê kapasîteya testên vîrusa korona kêm e dibe ku li wir hejmara pêketî û mirîyên vîrusa korona zêdetir be.

XS
SM
MD
LG