Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîyasetvanê Kurd Aydogdu yê Desteserkirî Krîza Dil Derbaz Kir


Sîyasetvanê Kurd Hîlmî Aydogdu ku berî çend rojan hatibû desteser kirîn, krîza dil derbaz kir.

Parlamantera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz ji Dengê Amerîka re got ku Aydogdu operasyona anjîyo derbaz kiriye û ewê heta 48 seatan di bin kontrola doktoran de bimîne.

Aydogdu endamê Dîwana Hevseroktîya Kongreya Civata Demokrtîk (DTK) ye û berê jî seroktîya HDP’ê li Amedê kiribû.

Ji alîyê din ve, Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî piştî operasyonên KCK’ê hat Amedê.

Wî got ku berîya hilbijartinên 24ê Hezîranê tifaqa AKP’ê û MHP’ê bi hev re bazarî kirin û li ser HDP’ê kempeyneke êrîşkar pêk anîn.

"Armanca vê operasyonê astengkirina kempeyna hilbjartinê ya HDP’ê ye," Temellî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di operasyona KCK’ê de, ku li Amedê destpê kiribû heta neha 130 kes li neh bajaran hatibûn desteser kirin û ji wan 11 hatin girtin.

KHF_10_12_2018_H_Aydogdu
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00

XS
SM
MD
LG