Wezîra berê ya Amerîka Hillary Clinton îro Pêncşemê derdikeve pêş komîteyeke Civata Nûneran ya Amerîkî ku vekolîna êrîşên hember balyozxaneya Amerîkî ya li Bîngazî, Lîbya dike.
Li ber e Clinton demeke dirêj li Civata Nûneran bimîne û pirsên li ser rola wê ya di êrîşên 11ê Îlona 2012yan bersîv bike ku balyozê Amerîkî Ambassador Christopher Stevens û 3 dîplomatên din lê hatibûn kuştin.
Îfadeya Clinton li komîteyeke Civata Nûneran di vê demê de tê ku rexneyên dijî Komarî zêde dibin ku mijara Bîngazîyê bo lawazkirina berbijarîya Clinton di kempeyna seroktîyê de bi kar tînin.