Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Rêvebirina Karûbarên Bajarê Efrînê


Elî Îbrahîm û Gêlo Îsa
Elî Îbrahîm û Gêlo Îsa

Li bajarê Efrînê artêşa Tirkiyê hêzeke polîsan ya xwecihî amade dike ku niha 2 hezar li nav bajêr kar dikin û rahênan jibo 2 hezarên din jî didome.

Rêvebirina karûbarên bajêr ji aliyê vê hêza polîs ve tê di demekê de ku girjî li Efrînê bilind dibin. Berî çend rojan du teqîn li wir çêbûn ku ji aliyê xelkê sivîl ve bûn cihê metirsyan.

Damêzrandina vê hêzê her wiha tê di demekê de ku encûmenên xwecihî li bajar û bajarokên Efrînê hatine ava kirin.

Di rewşeke wiha ne seqamgîr de hêzeke polîsan ya xwecihî çawa dikare nakokiyên heyî kêm bike?

Ev hêz û encûmenên xwecihî wê çawa hevrêziyê ligel hev bikin?

Hebûna vê hêzê wê li ber vegera xelkê rêgir be yan wê vegera wan hêsantir bike?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna du mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê Elî Îbrahîm ku li Tirkiyê dimîne û Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demoqrata Kurdî ya Sûrî Gêlo Îsa ku li Kobani dimîne.

Jibo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 03_06_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:43 0:00

XS
SM
MD
LG