Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Projebiryara Netweyên Yekgirtî ya Agirbesta li Sûriyê  


Ezîz Krîstoferson
Ezîz Krîstoferson

Projebiryara Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî li dor agirbesteka 30 rojî li seranserî Sûriyê nayê pêkanîn li ser hin gurûpên wek Daiş û yên girêdayî el-Qaîde.

Li ser daxwaza Rûsya, serastkirinek di projebiryarê de çêbû da hin gurûpên din vehewîne û darêjtina dawî ya projebiyarê ew bû ku her kes û gurûpên girêdayî Daiş, al-Qaîde, û gurûpên din ku Civata Ewlekariya Neteweyên Yekgirtî wan terorîst dibîne ne di nav agirbestê de bin.

Gelo ev projebiryar çiqas diyar û zelal e?

Ev pênasîna Netweyên Yekgirtî çiqas rê dide Rûsya, rêjîma Sûriyê û her wiha Tirkiyê ku operasyonên xwe berdewam bikin?

Cihê hêzên Kurdên Sûriyê YPG û YPJ di vê projebiryarê de li ku ye?

Bernameya Hest û Helwest vê babetê şîrove dike li gel Ezîz Krîstoferson, mafnasê biwarê yaseya navnetewî ku li Swêd dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê fayla deng veke

Hest û Helwest 27_02_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:31:29 0:00

XS
SM
MD
LG