Bi paşvebirina çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li Sûrîye berikanîya di navbera Rûsya û Amerîka xurtir dibe.
Rûsya dibêje, niha 85% ji axa Sûrîye di deste hêzên hikûmeta Sûrî daye û pêşveçûnan ber bi Dêrezorê dike.
Di heman demê de HSD' û Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ku Amerîka piştgirîya wan dike, ji bakurê rojava Dêrzorê pêşde diçin.
Amerîka hewil dide ku rêya çekdarên Şia ji Îranê heta Lubnanê bibire û Rûsya jî hewil dide ku rewşa hikûmeta Sûrî di danûstandinên çareserîya dawîyê xurtir bike.
Bo zêdetir rawestan li ser vê mijarê, bernamê Hest û Hewest mêvandarîya Kadar Pirê, rêvebirê rêxistina Rojnamevanên Kurd yên Bê Sînor û Alî Îbrahim, endamê serkirdayetîya PDKS kir.