Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aborîzan Kozanoglu: Tirkîyê di Nav Krîza Aborî de Ye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan careke din di derbarê ketina nirxê lîraya Tirkî û ser rewşa aborî Tirkîyê de axifî.

“Krîz li Tirkîyê tuneye. Guh nedin van gotinan. Em bo dibêroja xwe gavên bi hêztir davêjin. Êdi li vi welatî bi euro û dolar kirêkirina xanî û firoşgehan tuneye. Ji iro pêve lîra heye. Eger ev yek neyê kirin, dê berdelan bidin. Ev der Tirkîye ye, ne Amerîka ye,” Erdogan got.

Aborîzan Hayrî Kozanoglu dibêje ku li Tirkîyê di bin rejîma otorîter de, hemî desthilat di destê serokomar de tê civandin. Sazîyên aborî û yên sîyasetê nikarin bi sere xwe biryaran bidin.

“Ger polîtîkayên aborî wisa keyfî pêk bînin, aborî dê hîn xirabtir be. Sazîya Îstatîstîk ya Tirkîyê (TUÎK) daneyên bêkarî budce û hilberînê parve kir. Ev dane nîşan dide ku ne tenê bi ketina nirxê lîra û rêjeya faîzê kirîza aborî heye, ev nîşan dide ku krîza aborî hatiye Tirkîyê.”

Kozanoglu sedema bihabûna gelek berheman jî bi sîyasetên şaş ya partîya desthilatdar AKP'ê ve girêdide.

“Jiber ku di dema AKP'ê de, hemî hilberîn giredayî derveyê welêt hat kirin. Çandinî ji di nav de gelek sektor berhemên xwe ji derve tînin. Bi bilindbûna dolar û euro berhemên tên Tirkîye bihaya wan zêde dibe.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:01:52 0:00

XS
SM
MD
LG