Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Bilind ya Tehranê Sizayê Sêdaredanê Bo Rikeberê Swêdî-Îranî Dipejirîne


Hebib ferecullah Kaa'b
Hebib ferecullah Kaa'b

Malpera Îranî 'Îmdad' ya nûçeyan, îro Yekşemê ragihand ku Dadgeha Bilind ya Tehranê biryara sêdaredanê ya li dijî rikeberê swêdî-îranî Hebîb Ferecullah Kaa'b erê kir.

Li gorî ajansa Reutersê, Ferecullah Kaa'b di sala 2022an de ji ber beşdarbûna di êrîşekê de li dij merasimeke leşkerî di sala 2018an de hat dadgehkirin ku di wê êrîşê de 25 kes hatbûn kuştin, di nav wan de 12 endamên Pasdarên Şoreşê, û herwiha çendîn peqînên din rû dabûm.

Berî niha “Tevgera Têkoşîna Erebî ya ji bo Rizgarkirina Ehwazê” di sala 2020’an de ragihand bû ku Rêberê wan yê berê Hebîb Ferecullah ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatiye "revandin" di operasyoneke ku li ser axa Tirkiyê pêk hatbû.

Hebîb Ferecullah Kaab, ku bi navê Hebîb Asyûd jî tê naskirin.

Di daxuyaniya xwe ya wê demê de, tevgerê diyar kir ku revandina Kaa'b "piştî operasyoneke xapandinê" pêk hat ku tê de dewleteke Erebî ya Kendavê di opresyona revandinê de beşdar bûbû, bê ku navê wê dewletê eşkere bikin.

Li gor malpera “Ahwal” ya Tirkî, piştî revandina Hebîb Ferecullah Kaa'b rayedarên Tirkiyê 11 kes bi tawana ku dest ligel revandina wî bo Tehranê hebûn girtin.

Bizaveke din ya cudaxwaz, ku daxwaza serxwebûna parêzgeha Xuzistanê (Ehwaz)ê dike, berpirsyariya êrîşa li ser merasima leşkerî ya Pasdarên Şoreşê girtbû ser xwe.

Komela dewleta Îslamî ya tundrê DAIŞê jî, berpirsyariya êrîşê girtibû ser xwe, bêyî ku tu belgeyan nîşan bide.

Ajansa nûçeyan ya Fransî (AFP) ragihand ku malpera Mizan Online, li gorî dadgeha bilind ya Îranê gotîye "Sizayê sêdaredanê yê Hebîb Ferecullah Kaa'b bi tawana gendeliya li ser rûyê erdê bi rêya avakirin, rêvebirin û rêberiya grûpa serhildêr ya bi navê Hereket el-Nidal û sêwirandin û pêkanîna gelek operasyonên terorîstî li parêzgeha Xuzistanê, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatîye pejirandin."

Jêder: Reuters/AFP

XS
SM
MD
LG