Hakerên girêdayî hikûmeta Çînê ketine nav hin beşên sîstema ragihandinê ya Amerîkî bi armanca bidest xistina datayên kampeynên hilbijartinên seroktîyê yên berbijarê Komarî Donald Trump û hevrika wî ya Demokrat, Kamala Harris.
FBI û Ajansa Ewlekariya Sayber û Binesaziyê êvara Înê gotin ku ew lêkolîna "ketina nav ya bêdestûr" a binesaziya ragihandina bazirganî dikin.
Li gorî malpera VOA, êrîş ji aliyên ku bi Çînê ve girêdayî ne hatiye kirin.
Rojnama Washington Post li gorî karbidestên agahdar ragihand ku hackerên girêdayî hikûmeta Çînê hewil dane ku têlefonên ji hêla Trump, Senator J.D. Vance, û kesên din yên ku di kampeyna xwe ya ji bo gehiştina Qesra Spî de dixebitin, herwiha têkevin nav têlefonên ku di kampeyna Harris de tên karanîn.
Du çavkaniyan ji rojnameyê re gotin, nehat zelak kirin ka êrîş serkeftî bû yan na, lê tê bawerkirin ku metirsî li ser telefonên karmendên kampeynê kirîye.
Du çavkaniyên din piştrast kirin ku Trump û Vance bûne armanca êrîşê, ku yekem ji hêla New York Times ve hatî ragihandin.
Lê çavkaniyên haydar nedan eşeker kirin ka hewildana êrîşê bandor li kampeyna Harris û berbijarê cîgir Tim Walz kirîye yan na.
Lêpirsîna ser bûyerê ji aliyê desthilata parêzvana qanûnê ya Amerîkî tê berdewamkirin.
Çavkaniyek haydar dibêje Demokratên din jî hatine armanc kirin, di nav de xebatkarên Rêberê Piranîya Senatoya Amerîka, Senator Charles E. Schumer.
FBI ji şêwirmendên Trump re got ku hackeran hin endamên medyayê û Amerîkîyên din yên navdar jî aramnc dikin.
Jêder: VOA